Pêgiriya rayedarê iraqî ser pêwîstiya derketina çekdarên amerîkî ji Iraqê
Alîkarê serokê Parlimana Iraqê gotinên serokomarê Amerîkayê derbarê mayîna çekdarên amerîkî li Iraqê şermezar kir û li ser pêwîstiya derketina herî zû ya wan pêgirî kir.
Li gorî rapora IRNAyê, Alîkarê serokê Parlimana Iraqê, Hesen Keibî bi dayîna daxûyaniyekê xitabî Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê her wiha got: Emê çekdarên amerîkî ji riya qanûnê û bi vîn û iradeya neteweyî ya Iraqê derxînin.
Alîkarê serokê Parlimana Iraqê gotinên Trump derbarê mayîna çekdarên amerîkî li Iraqê wek binpêkirina aşkira ya serwerî û iradeya neteweyî ya Irqê her wiha binpêkirina aşkira ya Qanûna Bingehîn a vî welatî da zanîn.
Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê li hevpeyivîna digel kanala CBSê got ku naxwaze hêzên çekdar ên Amerîkayê ji Iraqê derxîne.
Wî îdia kir: Ji bo zîrevaniya li ser Îranê, dewama hebûna leşkerî ya Amerîkayê li Iraqê lazim e.