Wajokirina hevhatina ticareta niftê û kelûmelan navbera Iraq û Urdinê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300919-wajokirina_hevhatina_ticareta_niftê_û_kelûmelan_navbera_iraq_û_urdinê
Serokwezîrên her du welatên Iraq û Urdinê li civînekê li derbasgeha sînorî ya Terîbîlê,hin peyman bo ticareta nift û kelûmelan wajo kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2019 13:45 Asia/Tehran
  • Wajokirina hevhatina ticareta niftê û kelûmelan navbera Iraq û Urdinê

Serokwezîrên her du welatên Iraq û Urdinê li civînekê li derbasgeha sînorî ya Terîbîlê,hin peyman bo ticareta nift û kelûmelan wajo kirin.

 Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê bi Omer El-Rezaz hevtayê xwe yê urdinî re li vê hevdîtinê derbasgeha sînorî ya Terîbîlê ku ji destpêka serdestiya terorîstên  DAIŞ`ê ser wê hatibû girêdan,ê bi fermî vekirin.

Her du aliyan her wiha  hevhatina  hevkariya alîkariya  Iraqê bo Urdinê ji riya  raberkirina  rojê bi dehan hezar bermîlên niftê bi buhaya kêm û miafkirina  kelûmelên Urdinê ji ewarizên  gumrukê wajo kirin.

 Li vê hevdîtinê her wiha  Adil Ebdulmehdî 1300 pirtî ji kelûmelên  entêke yên  kêmmînak ku di dema  desteserkirina  qaçaxçiyan li Urdinê kef û zewt kiribû ji rayedarên  urdinê istandin.

 Iraq û Urdinê li sefera vê dawiyê ya Ebdullahê dudiyan, paşa û  Omer El-Rezaz serokwezîrê Urdinê bo Bexdayê li bara berfirehkirina  hevkariyên aborî yên dualî li hev kirin. Berhem Salih serokkomarê Iraqê jî Mijdara 2018`an  li sefereke yek rojî gihêşt Emana  paytexta Urdinê û bi Ebdullahê dudiyan paşayê vî welatî re hevdîtin pêk anî.