Wajokirina hevhatina ticareta niftê û kelûmelan navbera Iraq û Urdinê
Serokwezîrên her du welatên Iraq û Urdinê li civînekê li derbasgeha sînorî ya Terîbîlê,hin peyman bo ticareta nift û kelûmelan wajo kirin.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRIB News`ê, Adil Ebdulmehdî serokwezîrê Iraqê bi Omer El-Rezaz hevtayê xwe yê urdinî re li vê hevdîtinê derbasgeha sînorî ya Terîbîlê ku ji destpêka serdestiya terorîstên DAIŞ`ê ser wê hatibû girêdan,ê bi fermî vekirin.
Her du aliyan her wiha hevhatina hevkariya alîkariya Iraqê bo Urdinê ji riya raberkirina rojê bi dehan hezar bermîlên niftê bi buhaya kêm û miafkirina kelûmelên Urdinê ji ewarizên gumrukê wajo kirin.
Li vê hevdîtinê her wiha Adil Ebdulmehdî 1300 pirtî ji kelûmelên entêke yên kêmmînak ku di dema desteserkirina qaçaxçiyan li Urdinê kef û zewt kiribû ji rayedarên urdinê istandin.
Iraq û Urdinê li sefera vê dawiyê ya Ebdullahê dudiyan, paşa û Omer El-Rezaz serokwezîrê Urdinê bo Bexdayê li bara berfirehkirina hevkariyên aborî yên dualî li hev kirin. Berhem Salih serokkomarê Iraqê jî Mijdara 2018`an li sefereke yek rojî gihêşt Emana paytexta Urdinê û bi Ebdullahê dudiyan paşayê vî welatî re hevdîtin pêk anî.