Serokwezîrên Iraq û Urdinê li ser sînorê du welatan hevdîtin pêk anîn
Serokwezîrên Iraq û Urdinê, li ser vekirina navçeya pêşeyî ya hevpar a li derbasgeha sînorî ya Tirîbîlê, bi hev re hevdîtin û gotûbêj pêk anîn.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNA`yê, Adil Ebdulmehdî, serokwezîrê Iraqê û Umer El Rezaz, serokwezîrê Urdinê herwiha li ser cihatina reşnivîsa hevhatinameyeka hevpar ku Kanûna 2018`an her du welatan ew îmze kirin, pêgîrî kirin.
Li gorî gotina rayedarên Iraqê, 371 kelûpelên urdinî ji dayîna xeraca gumrikê ji bo ketina nav welatê Iraqê muaf bûne.
Iraq û Urdin dema sefera vê dawiyê ya Ebdulahê Duyem, paşa û Umer El Rezaz, serokwezîrê Urdinê bo Bexdayê, li ser berfirehkirina hevkariyên aborî yên dualî lihev kirin.
Berhem Salih, serokomarê Iraqê, Mijdara 2018`an li sefereka yekrojî, derbasî Emana paytexta Urdinê bû û bi Ebdulahê Duyem, paşayê vî welatî re hevdîtin pêk anî.