Êrîşa topxaneya Heşda Şeibî ser baregehên DAIŞê li Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300873-Êrîşa_topxaneya_heşda_Şeibî_ser_baregehên_daiŞê_li_sûriyê
Yekîneya Tiopxaneyê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (HEŞDA ŞEIBÎ) Îniyê bi şev baregehên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya Baxûzê li navçeya Dêrazorê ya rojhilata Sûriyê dane ber topan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2019 07:33 Asia/Tehran
  • Êrîşa topxaneya Heşda Şeibî ser baregehên DAIŞê li Sûriyê

Yekîneya Tiopxaneyê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (HEŞDA ŞEIBÎ) Îniyê bi şev baregehên koma têrorîst a DAIŞê li navçeya Baxûzê li navçeya Dêrazorê ya rojhilata Sûriyê dane ber topan.

Kanala Meyadînê ya Libnanê tevî ragihandina vê nûçeyê ragiahnd ku di vê êrîşê da bi dehan çeteyên koma têîrorîst a DAIŞê hatine kluştin.

Yekîneya Tiopxaneyê ya Hêzên Seferberiya gelanî yên Iraqê (HEŞDA ŞEIBÎ) roja 17ê Çileyê jî cihê kombûna têrorîstên DAIŞê li navçeya Sûseyê ya derdora bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrzorê da ber êrîşê.

Li vê êrîşa topxaneyî herîkêm 15 kes ji çeteyên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

2ê Çileyê jî firokeyên şêrr ên Irqê cihê kombûna serçeteyên DAIŞê  li navçeya Sûseyê ya Sûriyê dane ber bombeyan.

Li wê êrîşê jî herîkêm heft serçeteyên DAIŞê hatin kuştin.

Êrîşên topxaneyî û hewayî yên Iraqê li ser cihên kombûna têrorîstên DAIŞê li çarçova hevkariyên Bexda û Şamê jibo têkoşîna dijî têrorîsmê pêk tê.

Qeyrana Sûriyê ji sala 2011an va bi êrîşa berfireh a komên têrorîst ên bin sîvana piştgiriya Erebistan, Amerîka û hevpeymanên wan bi mebesta guhertina hevsengiyên navçeyê li ser xêr û qazanca Rêjîma Siyonîst dest pê bûye. Hêzên sûrî bi alîkariya hêzên Bereya Berxwedanê di mehên dawî da karîne derbên giran li têrorîstan xînin.