Berpirsekî girîng ê DAIŞ`ê li Kerkûkê hat girtin
Çile 31, 2019 14:43 Asia/Tehran
Wezareta Berevanîyê ya Iraqê ragihand ku berpirsekî girîng ê koma têrorîst a DAIŞ`ê li Kerkûkê hat girtinê.
Berdevkê Wezareta Navxwe ya Iraqê, Seid Mein ragihand, hêzên ewlekariyê ser bingeha zanyariyên istixbaratî serkirdeyekî DAIŞ`ê li taxa Wasit li bajarê Kerkûkê girtine.
Seid Mein herwiha got ku serkirdeyê DAIŞ`ê, Dadwerê Şerî yê DAIŞ`ê yê Neynewayê bû ku xwe li Kerkûkê veşartibû.
Li gorî daxûyanîya Wezareta Navxwe ya Iraqê duh girûpeke DAIŞ`ê ku ji 3 kesan pêk dihat li taxa Kurdistan a Kerkûkê hatiye girtin.