Parlemanterekî iraqî: Parlemana Iraq yê mijara hebûna hêzên amerîkî li Iraqê li Konseya Ewlehîyê hilêxe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i300467-parlemanterekî_iraqî_parlemana_iraq_yê_mijara_hebûna_hêzên_amerîkî_li_iraqê_li_konseya_ewlehîyê_hilêxe
Endamekî Komsyona Peywendîyên Derve ya Parlemana Iraqê ragihand ku muhtemel e Parlemana Iraqê derbarê hebûna hêzên amerîkî li nav axa Iraqê de ji Konseya Ewlehîyê ya NY bixwaze wê hilkole.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 20, 2019 15:37 Asia/Tehran
  • Parlemanterekî iraqî: Parlemana Iraq yê mijara hebûna hêzên amerîkî li Iraqê li Konseya Ewlehîyê hilêxe

Endamekî Komsyona Peywendîyên Derve ya Parlemana Iraqê ragihand ku muhtemel e Parlemana Iraqê derbarê hebûna hêzên amerîkî li nav axa Iraqê de ji Konseya Ewlehîyê ya NY bixwaze wê hilkole.

Muxtar Mûsewî Endamê Komsyona Peywendîyên Derve ya Parlemana Iraqê li hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Al Itjah Prwess`ê got: Heke du rapor ji Serokwezîrên berê û niha yên Iraqê Heyder Ebadî û Adil Evdilmehdî derbarê hebûna hêzên amerîkî li Iraqê bên wergirtinê û were îsbatkirin ku ev bicihbûna hêzên amerîkî bêyî hevdengîya digel dewleta federal a Iraqê pêk hatîye, muhtemel e Parlemana Iraqê li bara vê mijarê ji Konseya Ewlehîyê ya NY bixwaze ku ser vê yekê biryarê bide.

Mûsewî herwiha got: Mijara bicihbûna leşkerên amerîkî û 2 raporên Ebadî û Evdilmehdî yê destpêkê li Parlimana Iraqê were hilkolandinê û paşê dê biryarên têkildarî şopandina êv mijarê li Konseya Ewelhîyê ya NY werin dayînê.