Balafirên şêr ên Iraqê li Sûriyê li cihê civîna serkirdeyên DAIŞê xistin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299794-balafirên_şêr_ên_iraqê_li_sûriyê_li_cihê_civîna_serkirdeyên_daiŞê_xistin
Balafirên şêr ên artêşa Iraqê avahiya cihê rûniştina serkirdeyên koma terorîst a DAIŞê li devera El-Sûse ya derdora bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê kirin hedef û ew roxandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 01, 2019 08:33 Asia/Tehran
  • Balafirên şêr ên Iraqê li Sûriyê li cihê civîna serkirdeyên DAIŞê xistin

Balafirên şêr ên artêşa Iraqê avahiya cihê rûniştina serkirdeyên koma terorîst a DAIŞê li devera El-Sûse ya derdora bajarê Bûkemalê li parêzgeha Dêrazorê kirin hedef û ew roxandin.

Li gor nûçeya IRIB Newsê, Erkantiya hevpar a Operasiyonê ya ser bi Wezareta Parstinê ya Iraqê duh ragihand,balafirên şer ên Iraqê li nav Sûriyê de li avahiya cihê civîna serkirdeyên DAIŞê dan û “herî kêm 30 terorîst” kuştine.

Fermandehiya operasyonên hevbeş ya artêşa Iraqê ragihandiye, balafirên şer yên wî welatî li gundê Sûse yê bajarokê Hecîn yê Sûriyê li baregehên DAIŞê dane.

Li gorî agahiyên wê yekîneya artêşa Iraqê, di encama wê êrişê de herî kêm 30 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. Li gor vê daxuyaniyê ev êrişa ser fermana serokwezîrê Iraqê û fermandê gişt hêzan Adil Ebdulmehdî cih hatiye. Bexdayê berî vê yekê îzna êrişê li dijî DAIŞê di nav axa Sûriyê de ji dewleta vî welatî standiye.