Parlementoyê Iraqê: 1000 endamên DAIŞ`ê li baregehên Emerîkayê yên li Iraqê ne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299782-parlementoyê_iraqê_1000_endamên_daiŞ_ê_li_baregehên_emerîkayê_yên_li_iraqê_ne
Parlimanterekî serbixwe yê parlemana Iraqê li bara beşdariya zêde ji hezar terorîstên DAIŞ`ê li baregehên Emerîkayê li Iraqê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2018 16:49 Asia/Tehran
  •  Parlementoyê Iraqê: 1000 endamên DAIŞ`ê li baregehên Emerîkayê yên li Iraqê ne

Parlimanterekî serbixwe yê parlemana Iraqê li bara beşdariya zêde ji hezar terorîstên DAIŞ`ê li baregehên Emerîkayê li Iraqê agahî da.

 Li gorî rapora malpera  nûçana  El-Melûmê ya Iraqê, Kazim El-Seyadî parlimanterê serbixwe yê parlemana  Iraqê sefera nişkêveyî  û  dervey ref û edetê ya  Donald  Trump serokkomarê Emerîkayê bo baregeha  Eyd Esedê li parzêgeha  Enbarê li rojava Iraqê neexlaqî da zanîn û got: 30 hezar eskerên emerîkî  bi piştgiriya terorîsan derbasî nava Iraqê bûne.

Wî parlimanterê iraqî bal kişand ser kutabûna  hevhatina  stratejîk a îmzebûyî navbera Bexda û Waşengtonê li bara eskerên  emerîkî û ser pêwîstiya  avakirina komîteyek peydakirina rasitiyê bona seredana  navenda hewayî ya Eyn Esed teqez kir.

Serokkomarê Emerîkayê şeva buhurî li sefereke  nişkêveyî bo Iraqê li navenda  Eyn Esedê  bi eskerên  emerîkî re  hevdîtin pêk anî û raghand: Qet naxwaze ku hêzên  emerîkî ji Iraqê derxîne.

 Ev gotinên Trump rastî pêla nerazîbûna  kesayetî, partî û komên  siyasî yên vî welatî hat.