Iraqê civîna sîkesî ya rayedarên DAIŞ`ê li Sûriyê bombebaran kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299775-iraqê_civîna_sîkesî_ya_rayedarên_daiŞ_ê_li_sûriyê_bombebaran_kir
Balefirên cengê yên F-16 yên iraqî cihê lidarxistina civîna 30 kes ji rayedarên DAIŞ`ê li axa Sûriyê bombebaran kirin û têk birin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2018 14:48 Asia/Tehran
  •  Iraqê civîna sîkesî ya rayedarên  DAIŞ`ê li Sûriyê bombebaran kir

Balefirên cengê yên F-16 yên iraqî cihê lidarxistina civîna 30 kes ji rayedarên DAIŞ`ê li axa Sûriyê bombebaran kirin û têk birin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, fermandê operasyona  hevpar a Iraqê, roja duşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku avahiyeke veşartgeha  DAIŞê li navça Sosê ya Sûriyê li halekê ket ber bombeyan û hat têkbirin ku 30 kes ji serkirdên DAIŞ`ê têde civînek li dar xistibûn.

  Ev operasyon bi armanca kokbirrkirina  terorîstan û çavkaniyên terorîzmê bûye ku  ser fermana  fermandê giştî  yê hêzên çekdar û li gor raporên  îstixbaratî cih hatiye.

 Çavkaniyên dewletî roja yekşemiyê raghandin ku  Beşar Esed serokkomarê Sûriyê  îzn û desthilast daye  hêzên iraqî ku bêyî hewahengiya  bi Şamê re biakribin êrişî ser meqrên DAIŞ`ê li nav axa  Sûriyê bikin.