Emîrevdilahîyan: Bila kuştina gelê mezlûm ê Behrêynê demlidest were sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299689-emîrevdilahîyan_bila_kuştina_gelê_mezlûm_ê_behrêynê_demlidest_were_sekinandin
Alîkarê Taybet ê Karên Navnetewî yê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê, hevdîtina merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî û Rêberê şîeyên Behrêynê Şêx Îsa Qasim hilgirê peyameke ciddî ji bo hikûmeta vî welatî zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2018 05:56 Asia/Tehran
  • Emîrevdilahîyan: Bila kuştina gelê mezlûm ê Behrêynê demlidest were sekinandin

Alîkarê Taybet ê Karên Navnetewî yê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê, hevdîtina merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî û Rêberê şîeyên Behrêynê Şêx Îsa Qasim hilgirê peyameke ciddî ji bo hikûmeta vî welatî zanî.

Alîkarê Taybet ê Karên Navnetewî yê Serokê Meclisa Şêwra Islamî ya Îranê Hisên Emîrevdilahîyan li rûpela xwe ya Twwîterê nivîsî: Hevdîtina Ayetullah Sîtanî û Şêx Îsa Qasim li Necefê, hilgirê peyameke girîng, zelal û avaker ji bo welatên herêmê û peyameke ciddî ji bo hikûmeta Behrêynê ye.

Emîrevilahîyan herwiha got: Divê serkutkrin û kuştina gelê mezlûm ê Behrêynê û xizmekarîya hikûmeta Behryênê bo Sîyonîstan demlidest were rawestandin.

Komeleya Netetwî ya Wifaqa Behrynê jî ragihand: Merceyê pilebilind ê şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî  û Rêberê şîeyên Behrêynê Şêx Îsa Qasim di wê hevdîtinê da derbarê meseleyên herî girîng ên herêmê û cîhana islamê de gotûbêj kirin.

Şêx Îsa Qasim ê 78 salî ku ji alîyê şîeyên Behrêynê va gellekî tê hebandinê, roja pêncşemê piştî 50 salan derbasî Necefê bû û çû tirba hezretê Elî (S) îmamê yekem ê şîeyên cîhanê zîyaret kir.