Serokwezîrê Urdinê gihêşt Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299687-serokwezîrê_urdinê_gihêşt_bexdayê
Serokwezîrê Urdinê şeva buhurî gihîşt Bexdaya paytexta Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 29, 2018 04:40 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Urdinê gihêşt Bexdayê

Serokwezîrê Urdinê şeva buhurî gihîşt Bexdaya paytexta Iraqê.

Serokwezîrê Urdinê Umer Rezzaz biryar e ku bi Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî re derbarê pêşeroja hevkarîyên sîyasî û aborî yên her du welatan de gotûbêjê bike.

Wezîrên Karên Şaredarî û Tranzîtê, Darayî, Pêşe û Ticaret, Ragihandin, Av, Ceryan û Meidenê yên Urdinê jî digel Serokwezîrê vî welatî da çûne Bexdayê.

Serokwezîrê Urdinê û desteya digel wî da yê di hevdîtinên bi rayedarên iraqî ra derbarê bihêzkirina peywendîyên aborî û jordabirina asta ticareta di navbera her du welatan da û kemilandina proja borîya niftê û meseleyên din ên hevpar gotûbêjê bikin.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih nîveka meha Mijdarê da seredana Urdinê kir û bi Evdilayê Duyem paşayê vî welatî ra hevdîtin pêk anî.

Serokomarê Iraqê û Paşayê Urdinê di wê hevdîtinê da pêgirî li ser berfirekirina peywendîyên her du welatan kirin.

Di destpêka meha Tebaxê da jî rêketinameyeke leşkerî-ewlehî di navbera Iraq û Urdinê da bi armanca jordabirina asta hevkarîyên leşkerî û ewlehîyê bi rêya danuistandina lêzanîn û ezmûnên warê ewlehîya sînorên her du welatan û pêşxistin û berfirekirina şîyanên her du alîyan hat wajokirinê.