Papa Francis pêşwaziya Nadya Murad kir
Kanûn 21, 2018 15:36 Asia/Tehran
Îro Papayê Vatîkanê Pope Francis pêşwaziya çalakvana mafê mirovan û xwediya xelata Nobelê keça kurd Nadya Murad kir
Di çarçoveya hevdîtinekê de Nadya Murad û Papa Francis rewşa jinên kurdên êzdî û mesîhiyên Iraqê û Rojhilata Naverast bi giştî gotûbêj kirin.
Herwiha Nadiya Murad di civînê de amaje bi xirabiya rewşa xirab a jinên îzdî û mesîhî li deşta Nînowa bi taybet jî piştî dagîrkirina navçeyê ji aliyê DAIŞê ve kir.
Herwiha Nadya Murad tekez kir ku pêwîst e civaka navnetewî alîkariya navçeyên rizgarbûyî di bin destê DAIŞê de bikin.