Peydakirina goreke komî li Kerkûkê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299393-peydakirina_goreke_komî_li_kerkûkê
Hêzên polîsê federal ên Iraqê li bara peydakirina heft gorên komî yên nû li parêzgeha Kerkûkê agahî dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 20, 2018 13:49 Asia/Tehran
  • Peydakirina goreke komî li Kerkûkê

Hêzên polîsê federal ên Iraqê li bara peydakirina heft gorên komî yên nû li parêzgeha Kerkûkê agahî dan.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Huseyn Mecîd, berpirsê ragihandinê yê navça şeşê ya hêzên polîsê federala Iraqê ragihand ku heft gorên komî yên goriyên  cinayetên DAIŞ`ê li daristanên  derdora navça  Hewîcê ser bi parêzgeha  Kerkûkê keşf bûne.

 Wî got ku di nava van gorana  paşmayiyên  termên  jin, zarok û hêzên  ewlehiyê yên Iraqê hene ku aliyê DAIŞ`ê ve hatine kuştin û li gorên komî hatine defnkirin.

Wî Her wiha amaje kir ku  li gorên komî yên keşfbûyî li vê navçê paşmayiyên  termên kesên sivîl, hêzên artêşê û hêzên ewlehiyê û eskerî yên Iraqê hene.

 DAIŞê li 2014`an  êrişî ser Iraqê kir û navçên berfireh ên vî welatî  dagir kirin û li navçên  bin kontrola xwe dest bi kuştin û serjêkirina xelkê kir.

 Piştî azadiya navçên azadbûyî ji destê DAIŞ`ê li hemî van navçana  gorên  komî yên zav hatine keşfkirin û ji wan li Şingalê heya niha zêde ji 80 gorên komî yên kurdên êzdî keşf bûne.