Serokomarê Iraqê diçe Sûrîyê
Kanûn 19, 2018 04:46 Asia/Tehran
Serokomarê Iraqê di demeke nêz da yê seredana Sûrîyê bike.
Li gorî rapora Televîzyona Afaqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih di çend rojên bê da yê seredana Sûrîyê bike.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih dê bi Serokomarê Sûrîyê Bişar Esed re li Şamê gotûbêjê bike.
Şayanî gotinê ye ku duh jî Serokomarê Sûdanê Umer Beşîr seredana Şamê kir û bi Serokomarê Sûrîyê re hevdîtin pêk anî.