Wezîrê karên derve yê Almanyayê li Iraqê
Kanûn 17, 2018 16:15 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Almanyayê destnîşan kir ku welatê wî alîkariyên zêdetir bona avedankirina Iraqê raberî vî welatî dike.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê Someriye Newsê, Hayko Mas wezîrê karên derve yê Almanyayê piştî ku gihêşt Iraqê got ku Almanya wek dost û şirîkeke bawerpêkir dê piştgiriya xwe ji welatiyên iraqî bidomîne.
Wî got ku terorîzm têk çû. Niha divêpêşiya xurtbûna cih û şûna DAIŞ`ê di her rewşekê de were girtin da ku rê li ber talûkeyên terorîzmê li Iraq û navçê û Ewrûpayê were girtin.
Biryar e wezîrê karên derve yê Almanyayê hin muzakire bi dewleta nû ya Iraqê hebe. Almanyayê li 4 salên buhurî, hinek alîkarî bi qasî 1.5 milyar Euro raberî Iraqê kirine.