Tevgera Nucebayê: Balyozxana Emerîkayê li Iraqê odeya operasyonê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299284-tevgera_nucebayê_balyozxana_emerîkayê_li_iraqê_odeya_operasyonê_ye
Tevgera berxweana Îslamî ya Nucebaya Iraqê balyozxana Emerîkayê li Bexdayê wekî odeya operasyonê û DAIŞ wek kirêgirtiyê Emerîkayê da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2018 16:06 Asia/Tehran
  •  Tevgera Nucebayê: Balyozxana Emerîkayê li Iraqê odeya operasyonê ye

Tevgera berxweana Îslamî ya Nucebaya Iraqê balyozxana Emerîkayê li Bexdayê wekî odeya operasyonê û DAIŞ wek kirêgirtiyê Emerîkayê da zanîn.

 Li gorî rapora  malpera nûçana  El-Rayê, Haşim El-Mûsewî berdevkê tevgera berxwedana  Îslamî ya Nucebaya Iraqê roja duşemiyê bal kişand  ser vê yekê ku  Emerîka li dû jinavbirina  ewlehiya  navçên sînorî navbera Iraq û Sûriyê ye û got: Baregeha Emerîkayê li El-Tenefê ya Sûriyê, penageha  terorîstan e û terorîstên DAIŞ`ê li gor  bernama waşengtonê tev digerin.

 Berdevka tevgera Nucebayê her wiha  bal kişand  ser vê yekê ku Behreyn welatê talankirî ji aliyê Alê Siûd e û got: Alê Xelîfe, kirêgirtiyên  siûdî anîn vî welatî da ku gelê Behreynê serkut bikin.

 El-Mûsewî daxwaza behrewergirtina ji tecrubeyên  Îran, Yemen, Lubnan û Iraqê bona pêwîstiya  amadetî û peyrewiya ji riya şehîdan ji riya cîhad û berxwedanê kir û destnîşabn kir: Tu riyek xêncî berxwedanê tine.