Dadgeha Iraqê biryara Ebadî ya wêdebirina serokê Heşda Şebî îbtal kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299281-dadgeha_iraqê_biryara_ebadî_ya_wêdebirina_serokê_heşda_Şebî_îbtal_kir
Dadgeha îdraî ya Iraqê, fermana Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê ya wêdebirina serokê Heşda şebî îbtalbûyî raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 17, 2018 14:36 Asia/Tehran
  • Dadgeha Iraqê biryara Ebadî ya wêdebirina serokê Heşda Şebî îbtal kir

Dadgeha îdraî ya Iraqê, fermana Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê ya wêdebirina serokê Heşda şebî îbtalbûyî raghand.

 Heyder Ebadî serokwezîrê berê yê Iraqê, Falih El-Feyaz bi mehna  derbasbûna nav xebatên siyasî û partîtiyê ji posta  şêwirmendiya  ewlehiya neteweyî, serokatiya Heşda Şebî û serokatiya dezgeha  ewlehiyê ya Iraqê wêde danîbû.

Dadgeha  îdarî ya Iraqê ku pêştir li hikmeke seretayî fermana Ebadî rawestandibû, roja duşemiyê li daxûyaniyekê hikma xwe ya  dawiyê li bara îbtalkirina  fermana  Ebadî da.

  Hikmê dadgeha  îdarî ya Iraqê li gor  pêşnumaya  mijdara parlemana  nû ya Iraqê derheq îbtalkirina hemî biryarên  Ebadî ji dema  kutabûna  dewra qanûnî ya dewleta wî cih hatiye.

 Raghandina  hikmê dawiyê ya dadgeha  îdarî ya Iraqê li halekê ye ku ev welata li heftiyên  derbasbûyî bûye meydana  gêreya  tund navbera  partiyên  siyasî bi taybet hevalbendiya  Sairûnê ji aliyê Muqteda Sedr ji aliyekê ve û hevalbendiyên  Fath( Hadî Amêrî) û dewleta  qanûnê( Nûrî Malikî) li bara bijartina  Feyaz wek wezîrê karên hundir  ê  nû.