Helbûsî: Herêma Kurdistanê nabe ku bibe cihê êrişên li dijî welatên cînar
Serokê Parlimanê Iraqê got: Herêma Kurdistana Iraqê nabe ku bibe navendek jibo kombûna komên çekdar li dijî welatên cînar.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya IRNAyê, Mihemed El Helbûsî, Serokê Parlimanê Iraqê Yekşemiyê bi şev li Herêma Kurdistana Iraqê tevî pêgiriya li ser berevaniya ji tevahiya komên azadîxwaz ên bicihbûyî li Iraqê, her wiha got: Komin weke PKKê welatiyê Iraqê nînin û nabe ku j rêya Iraqê va êrîşîs er welatên cînar bikin.
Helbûsî her wiha tevî pêgiriya li ser vê yekê ku Iraqê rê nade tu welatekî ku destwerdana li karên navxweyî yê wê bike, her cûre êrîşa li ser welatên cînar ji riya Iraqê va red û şermezar kir.
Mihemed El Helbûsî jibo hevdîtina bi rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê va çûnû Hewlêrê. Li vî halî roja Şemiyê tev Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî hevdîtin û gotûbêj kir.
Gotinên Serokê Parlimanê Iraqê li halekî ne ku çalakiyên leşkerî yên Tirkiyê li Kurdistana Iraqê bi mehneya êrîşa ser baregehên PKKê zêde bûne ş Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê qala pêkanîna 30 operasiyonên esmanî di rojên dawî da kir.
Li yek ji van êrîşan ku li ser kampa penaberan a Şingalê pêk hat, çar welatiyên iraqî li vê kampê hatin kuştin. Wezareta karên derve ya Iraqê wek berteka li hemberî êrîşên esmanî yên Tirkiyê, balyozê vî welatî xwest.