Iraqê balyozê Tirkîyê ji ber êrişên hewayî yên vê dawîyê vexwend
Kanûn 15, 2018 03:59 Asia/Tehran
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ragihand ku bi nîşana nerazîbûna li hemberî êrişên hewayî yên Tirkîyê ser baregehên PKK`ê li bakura Iraqê, sefîrê Tirkîyê vexwendîye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyanîyekê de ragihand ku ji ber 2 êrişên hewayî ser şarê Sincaqê û çîyayên Mexmûrê ku baregehên PKK`ê li wir in, ji Tirkîyê rexne kirîye.
Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Tirkiyê duh ragihand ku firokeyên şêr ên vî welatî li Şingalê û çiyayê Qereçûxê pêgehên PKK`ê bombebaran kirin.
Di wê daxûyanîyê da hat idiakirin ku armanca wê opêrasyonê, dabînkirina ewlehîya sînorên Tirkîyê û girtina pêşîya êrişên komên têrorîst bûye.
Wezareta Karên Derve ya Iraqê di daxûyanîya xwe êrişa hewayî ya Tirkîyê binpêkirina serwerîya netewî ya Iraqê zanîye.