Erdogan, Berhem Salih vexwend Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299135-erdogan_berhem_salih_vexwend_tirkiyê
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan hevtayê xwe yê iraqî Berhem Salih vexwend Tirkiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 13, 2018 16:16 Asia/Tehran
  • Erdogan, Berhem Salih vexwend Tirkiyê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan hevtayê xwe yê iraqî Berhem Salih vexwend Tirkiyê.

Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro li Bexdayê  pêşwaziya Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê Fatih Yildiz kir.

Di hevdtîna Berhem Salih û Fatih Yildiz de rêyên geşkirina  peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyê de hatin hilkolandinê û her du alîyan li ser hevkariyên di berjeweyêndiyên herdu welatan de gotûbêj kirin.

Farih Yildiz diyar kir ku Tirkiye dixwaze di her warî de ligel Iraqê peywendiyên xwe bihêz bike û dostanî û hevkariya xwe pêş bixe.

Berham Salih jî tekez kir ku divê têkiliyên herdu welatan li ser berjewendiyên xelkê Tirkiye û Iraqê bêne bihêzkirin.

Herwiha Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê nameya Erdogan a vexwendina Berham Salih bo Tirkiyê radestî wî kir.

Salih jî ji bo vexwendinê spasiya Erdogan kir û tekez kir ku dema derfet ji wî ra pêk were dê serdana Tirkiyê bike.