Serokkomarê Iraqê: "Ez bi xwe dosiya jinên êzdî yên hatî rewandinê dişopînim"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i299088-serokkomarê_iraqê_ez_bi_xwe_dosiya_jinên_êzdî_yên_hatî_rewandinê_dişopînim
Serokkomarê Iraqê îro daxwaza kutakirina pirsgirêkan û pevçûnên navçê kir ku piştgiriyê didine zêdegaviyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 12, 2018 15:17 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Iraqê:

Serokkomarê Iraqê îro daxwaza kutakirina pirsgirêkan û pevçûnên navçê kir ku piştgiriyê didine zêdegaviyê.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê El-Yewm Ul-Sabiê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê li hevdîtina  bi Nadiya Muradê  ku xelata  aşitiya Nobelê li Bexdayê  wergitiye, li daxûyaniyekê destnîşan kir: "Ezê bi xwe dosiya jinên êzdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine  rewandinê bişopînim".

 Berhema Salih di dewamê de her wiha got: "Mesela Muradê, mesela  Iraqê ye û mesela her stûxwarekê ku  ji ber hovîtî û zilm û zordariya Rêxistina  tundrê îza bûye".

 Salih ser pêwîstiya  kutakirina pirsgirêk û pevçûnên  navçeyî ku piştgiriyê didine pirsgirêk û pevçûnên navçeyî û hegerên ku  îzna derketina rêxistinên  trorîstî dide, teqez kir.