Serokkomarê Iraqê: "Ez bi xwe dosiya jinên êzdî yên hatî rewandinê dişopînim"
Kanûn 12, 2018 15:17 Asia/Tehran
Serokkomarê Iraqê îro daxwaza kutakirina pirsgirêkan û pevçûnên navçê kir ku piştgiriyê didine zêdegaviyê.
Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê El-Yewm Ul-Sabiê, Berhem Salih serokkomarê Iraqê li hevdîtina bi Nadiya Muradê ku xelata aşitiya Nobelê li Bexdayê wergitiye, li daxûyaniyekê destnîşan kir: "Ezê bi xwe dosiya jinên êzdî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine rewandinê bişopînim".
Berhema Salih di dewamê de her wiha got: "Mesela Muradê, mesela Iraqê ye û mesela her stûxwarekê ku ji ber hovîtî û zilm û zordariya Rêxistina tundrê îza bûye".
Salih ser pêwîstiya kutakirina pirsgirêk û pevçûnên navçeyî ku piştgiriyê didine pirsgirêk û pevçûnên navçeyî û hegerên ku îzna derketina rêxistinên trorîstî dide, teqez kir.