Tîmeka têrorîst a DAIŞ`ê li Irqê hat jinavbirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298948-tîmeka_têrorîst_a_daiŞ_ê_li_irqê_hat_jinavbirin
Rêvebiriya agahiyên leşklerî ya Iraqê qala naskirin û jinavbirina tîmeka têrorîst a DAIŞ`ê ku ji bo êrîşa li ser welatî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojasvaya El Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê plandarîştibûn, kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 08, 2018 14:53 Asia/Tehran
  • Tîmeka têrorîst a DAIŞ`ê li Irqê hat jinavbirin

Rêvebiriya agahiyên leşklerî ya Iraqê qala naskirin û jinavbirina tîmeka têrorîst a DAIŞ`ê ku ji bo êrîşa li ser welatî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li rojasvaya El Rumadiya navenda parêzgeha Enbarê plandarîştibûn, kir.

Li gorî rapora ISNA`yê ji zarê ajansa nûçeyan a Sûmiriyê, Rêvebiriya agahiyên leşkerî ya Iraqê îro anku Şemiyê bi daxûyaniyekê ragihand: Hêzên çiqa 29 a Peya bi hevahengiya navenda fermandetiya van hêzan karîn ku tîmeka têrorîst a heftkesî ku li şarê Hîtê li parêzgeha Enbarê li rojavaya vî welatî bûn, nas bikin û ji nav bibin.

Li vê daxûyaniyê her wiha hatiye: Têrorîst bi awayê nihênî dixebitîn û endamên wê ji bo kiryarên têrorîstî û êrîşa li ser welatiyên iraqî plan darêştibûn.

Ji aliyê din va hêzên ser bi çiqa 88 a Heşdê Şeibî ya Iraqê jî îro karîn ku êrîşa têrorîstên DAIŞ`ê li ser navçeya El Muitesemê li başûrê rojhilata Samerayê têk bişkênin.

Iraqê meha Kanûna sala 2017an azadkirina erdên vî welatî ji bin dagirkeriya koma têrorîst a DAIŞê ragihand, lê çalakiyên perate yên endamên vê koma têrorîst li navçeyên cûrbicûr ên Iraqê bi taybet bakur, rojava û navçeyên derdora Bexdayê kêm û zêde berdewam in.

Polîsê navendî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî li operasiyonên hevpar heta niha karîne ku endamên mayî yên DAIŞê li navçeyên cûrbicûr ên vî welatî bigirin û hejmarekê jî li şer û pevçûna digel wan bikujin.