Pûçbûna operasiyona terorîstî ya DAIŞ`ê dijî Bexdayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298774-pûçbûna_operasiyona_terorîstî_ya_daiŞ_ê_dijî_bexdayê
Hêzên Heşda Şeibî li operasiyonekî berfireh pîlanên terorîstên DAIŞ`ê bona hedefgirtina Bexdayê pûç kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 03, 2018 13:17 Asia/Tehran
  • Pûçbûna operasiyona terorîstî ya DAIŞ`ê dijî Bexdayê

Hêzên Heşda Şeibî li operasiyonekî berfireh pîlanên terorîstên DAIŞ`ê bona hedefgirtina Bexdayê pûç kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a El-Yewmul-Sabê,Hêzên Heşda Şeibî li operasiyonekî berfireh pîlanên terorîstên DAIŞ`ê bona hedefgirtina Bexdayê pûç kirin û li navça Cerful-Nesr dest bi ser embarekî çek û sîlahên terorîstan girtin.

Piştî ku hêzên ewlehiya Iraqê hinek agehdarî girtin ku terorîstên DAIŞ`ê dil hene êrişî ser Bexdayê bikin, li êrişekî dijî terorîstî li parêzgeha El-Enbarê li rojavaya vî welatî heft navend û tonilekî terorîstan kirine hedefa êrişên xwe û kavil kirin.

Her çend terorîstên DAIŞ`ê bi fermî li nav axa Iraqê rastî işkestê hatine lê paşmayiyên van terorîstan li hindek ji navçên Iraqê hîn xwe veşartine û hema perate perate dest bi kiryarên terorîstî dikin.