Ayetullah Sîstanî: Bila welatên din destwerdanê di karên Iraqê de nekin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298661-ayetullah_sîstanî_bila_welatên_din_destwerdanê_di_karên_iraqê_de_nekin
Ayetullah Sîstanî yek ji merceyên dînî yê Iraqê di hevdîtina digel Nunerê Taybet ê NY li Iraqê Yan Kobîş pêgirî li ser girîngîya serwerîya vî welatî û destnewerdana welatên din di karên navxweyî yên Iraqê da kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 30, 2018 06:13 Asia/Tehran
  • Ayetullah Sîstanî: Bila welatên din destwerdanê di karên Iraqê de nekin

Ayetullah Sîstanî yek ji merceyên dînî yê Iraqê di hevdîtina digel Nunerê Taybet ê NY li Iraqê Yan Kobîş pêgirî li ser girîngîya serwerîya vî welatî û destnewerdana welatên din di karên navxweyî yên Iraqê da kir.

Nivîsgeha Ayetullah Sîstanî duh danê êvarê di daxûyanîyekê da ragihand ku vî merceyê teqlîdê di hevdîtina digel Nunerê NY li Iraqê Yan Kobîş de hêvî kir ku serkevtina dewleta nû di warê têkoşîna dijî têrorîsmê, pêkanîna derfetên karkirinê, jinûveavakirina deverên zîyanlêketî ji ber şêrr, vegerandina awareyan bo deverên wan û dabînkirina xizmetên pêwîst ji bo welatîyên iraqî bibîne.

Li gorî vê daxûyanîyê, Ayetullah Sîstanî bi bîr xist: Hevkarîya hevalbendîyên sîyasî li Parlimana Iraqê bi dewleta vî welatî re pêngavên rastî ji bo çêtirbûna welêt bûye.

Nunerê NY li Iraqê Yan Kobîş duh 29`ê Mijdarê digel desteyekê derbasî Necefa Eşref bû.