Evdilmehdî û Kobîş alûgurên herêmê hilkolandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298633-evdilmehdî_û_kobîş_alûgurên_herêmê_hilkolandin
Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî û Şandîyê Taybet ê NY bo vî welatî Yan Kobîş di hevdîtinekê da derbarê alûgurên navçê ji wan dosîya boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê de gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 29, 2018 12:48 Asia/Tehran
  • Evdilmehdî û Kobîş alûgurên herêmê hilkolandin

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî û Şandîyê Taybet ê NY bo vî welatî Yan Kobîş di hevdîtinekê da derbarê alûgurên navçê ji wan dosîya boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê de gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî û Şandîyê Taybet ê NY bo vî welatî Yan Kobîş şeva buhurî di hevdîtinekê da derbarê rewşa sîyasî ya niha ya Iraqê, kemilandina kabînê, civîna Konseya Ewlehîyê derbarê Iraqê û jinûveavakirina vî welatî da, hatina şirketên sermayeguzarîyê û rewşa navçê û boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê de gotûbêj kirin.

Li gorî vê raporê, Yan Kobîş basa rizamendîya berfire ya navnetewî derbarê pêkanîna dewleta nû ya Iraqê û şexsê serokwezîrê vî welatî di civîna vê dawîyê ya Konseya Ewlehîyê ya derbarê Iraqê da kir û pêgirî kir ku NY  û civaka navnetewî tam pişta dewleta niha ya Iraqê digire.

Wî herwiha basa razîbûn û hevrêtîya desteya NY li Iraqê derbarê jinûvevekirina Devera Kesk a Bexdayê û pêbendîya li hemî biryarên dewleta Iraqê derbarê serwerîyê da û hevkarîya ji bo cihanîna wan kir.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî berî nasandina desteya wezîran û wergirtina dengê pêbawrîyê ji bo wan li parlimanê û destpêkirina serokwezîrtîyê, basa pêwîstîya vekirina jinûve ya derîyên Navça Kesk a Bexdayê kir.

Navça Kesk a Bexdayê dîwarên simît bi bilindatîya 3 mêtran li dora wê hatine lêkirinê û maşînên zêrêhî têda hatine bicihkirinê û niha erka parastina vê navçê di destê hêzên iraqî da ye lê, tê gotin ku ji ber cidakirina vê navçê ji herêmên din ên Bexdayê, raya giştî ya Iraqê gellekî nerazî û bêzar bûye û dixwaze ku ew dîwar bên rakirinê.