Amerîka piştevaniya gotûbêjên kêrhatî ên Hewlêr û Bexdayê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298615-amerîka_piştevaniya_gotûbêjên_kêrhatî_ên_hewlêr_û_bexdayê_dike
Berdevka wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert radigihîne, Amerîka dixwaze Hewlêr û Bexda berdewam hevdîtinan bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 28, 2018 15:37 Asia/Tehran
  • Amerîka piştevaniya gotûbêjên kêrhatî ên Hewlêr û Bexdayê dike

Berdevka wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert radigihîne, Amerîka dixwaze Hewlêr û Bexda berdewam hevdîtinan bikin.

Berdevka  Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di bersiva pirsa peyamnêra K24ê de derbarê serdana  Barzanî bo Bexdayê û civîna wî li gel berpirsên Iraqê de ragihand, ew her dem dixwezin Hewlêr û Bexda bi berdewamî bicivin û gotûbêjên bi feyde bikin.

Derbarê destpêkirina derfirotina petrola Kerkûkê di riya boriyên Kurdistanê re, Heather Nauert got: “Bi wê riyê Iraq dikare bibe yarîzaneke girîng a bazara cîhanê.”

Heather Nauert her wiha  got: “Li gor zanyarên min, rola me di wan guftûgoyan de nebû, lê her dem hanê didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo bicivin û gotûbêjê bikin. Ji wan daxwaz dikin gotûbêjên kêrhatî bikin.”

Wê her wiha tekez kir : “Di baweriya me de, Iraq dikare bibe yarîzaneke girîngtir di bazara petrola cîhanê de û ev jî çaverêyî vê yekê dikin. Derbarê data û astê derfirotinê de, ew bi me ve ne girêdayî ye, dikarin wê pirsê ji Hikûmeta Iraqê bikin.”