Amerîka piştevaniya gotûbêjên kêrhatî ên Hewlêr û Bexdayê dike
Berdevka wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert radigihîne, Amerîka dixwaze Hewlêr û Bexda berdewam hevdîtinan bikin.
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert di bersiva pirsa peyamnêra K24ê de derbarê serdana Barzanî bo Bexdayê û civîna wî li gel berpirsên Iraqê de ragihand, ew her dem dixwezin Hewlêr û Bexda bi berdewamî bicivin û gotûbêjên bi feyde bikin.
Derbarê destpêkirina derfirotina petrola Kerkûkê di riya boriyên Kurdistanê re, Heather Nauert got: “Bi wê riyê Iraq dikare bibe yarîzaneke girîng a bazara cîhanê.”
Heather Nauert her wiha got: “Li gor zanyarên min, rola me di wan guftûgoyan de nebû, lê her dem hanê didin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê ji bo bicivin û gotûbêjê bikin. Ji wan daxwaz dikin gotûbêjên kêrhatî bikin.”
Wê her wiha tekez kir : “Di baweriya me de, Iraq dikare bibe yarîzaneke girîngtir di bazara petrola cîhanê de û ev jî çaverêyî vê yekê dikin. Derbarê data û astê derfirotinê de, ew bi me ve ne girêdayî ye, dikarin wê pirsê ji Hikûmeta Iraqê bikin.”