Pêşniyara Muqteda Sedr derbarê diyarkirina wezîrên karên hundir û berevaniyê yên Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298573-pêşniyara_muqteda_sedr_derbarê_diyarkirina_wezîrên_karên_hundir_û_berevaniyê_yên_iraqê
Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê got: Wezîrên berevanî û karên hundir divê ji nav kesên serbixwe bên hilbijartin, ji ber ku tenê ev mijar e ku dikare serxwebûn û serbilindiya Iraqê biparêze.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 27, 2018 14:44 Asia/Tehran
  • Pêşniyara Muqteda Sedr derbarê diyarkirina wezîrên karên hundir û berevaniyê yên Iraqê

Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê got: Wezîrên berevanî û karên hundir divê ji nav kesên serbixwe bên hilbijartin, ji ber ku tenê ev mijar e ku dikare serxwebûn û serbilindiya Iraqê biparêze.

Li gorî rapora Al Alamê, Muqteda Sedr Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê îro Sêşemiyê li ser twitterê pêşniyarek da Edil Evdilmehdioyê serokwezîrê Iraqê derbarê kemilandina kabîneya wezaretî û nivîsî: Hegera derengiya kemilandina dewleta Iraqê planên wan kesan e ku li dû pişk û para xwe û desthilatdarkirina kesên gendel û nekêrhatî ne.

Sedr li vê twittê nivîsî: Ez ji serokwezîr ra pêşniyar dikim ku nasandina wezîrên berevanî û karên hundir bixe lezê û deriyê berendambûnê ji bo bidestxistina van du wezaretxaneyan ji ser rêberên mezin ku erdên dagirkirî ji aliyê DAIŞê va azad kirin, vebike.

Biryar bû Parlimana Iraqê Duşemiyê bi şev û îro Sêşemiyê derbarê 8 wezîrên mayî yên dewleta Evdilmehdî bi taybet wezîrên du wezaretxaneyên Berevanî û Karên Hundir biryarê bide; Lê ji ber dewama nakokiyên navbera du fraksiyonên Avakirin û Reformê, ev mijar bû heftiya din hat paşdaxistin.