Pêşniyara Muqteda Sedr derbarê diyarkirina wezîrên karên hundir û berevaniyê yên Iraqê
Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê got: Wezîrên berevanî û karên hundir divê ji nav kesên serbixwe bên hilbijartin, ji ber ku tenê ev mijar e ku dikare serxwebûn û serbilindiya Iraqê biparêze.
Li gorî rapora Al Alamê, Muqteda Sedr Rêberê Tevgera Sedr a Iraqê îro Sêşemiyê li ser twitterê pêşniyarek da Edil Evdilmehdioyê serokwezîrê Iraqê derbarê kemilandina kabîneya wezaretî û nivîsî: Hegera derengiya kemilandina dewleta Iraqê planên wan kesan e ku li dû pişk û para xwe û desthilatdarkirina kesên gendel û nekêrhatî ne.
Sedr li vê twittê nivîsî: Ez ji serokwezîr ra pêşniyar dikim ku nasandina wezîrên berevanî û karên hundir bixe lezê û deriyê berendambûnê ji bo bidestxistina van du wezaretxaneyan ji ser rêberên mezin ku erdên dagirkirî ji aliyê DAIŞê va azad kirin, vebike.
Biryar bû Parlimana Iraqê Duşemiyê bi şev û îro Sêşemiyê derbarê 8 wezîrên mayî yên dewleta Evdilmehdî bi taybet wezîrên du wezaretxaneyên Berevanî û Karên Hundir biryarê bide; Lê ji ber dewama nakokiyên navbera du fraksiyonên Avakirin û Reformê, ev mijar bû heftiya din hat paşdaxistin.