10 endamên DAIŞ`ê li Nêynewayê hatin girtin
Artêşa Iraqê li operasiyonekê karî ku zêde ji 10 endamên komam têrorîst a DAIŞê li bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê bigire.
Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Mehr Newsê ji zarê Sûmeria Newsê, Hêzên artêşa Iraqê operasiyoneka teze li dijî bermahiyên tekfîriyên DAIŞê li bereyên rojavayî û rojhilatî yên Mûsilê li parêzgea Nêynewayê pêk anîn ku d vê operasiyopnê da 13 têrorîstên DAIŞê hatin girtin.
Iraqêî Kanûna sala 2017an azadkirina erdên vî welatî ji bin dagirkerya koma têrorîst a DAIŞê ragihand, lê çalakiyên perrate yên endamên vê koma têrorîst li navçeyên cûrbiûcr ên Iraqê bi taybet bakur, rojava û navçeyên derdora Bexdayê didomin.
Polîsê navendî û hêêzn ewlehiyê yên Iraqê li operasiyoneka hevpar hewil didin kesên bin şopandinê yên DAIŞê li navçeyên cûrbicûr bi taybet navçeyên ku dawiya sala par ji destê çeteyên vê komê hatin rizgarkirin, bigirin û hejmareka zêde ya çeteyên DAIŞê jî li şer û pevçûna tev hêzên iraqî tên kuştinê.