Papa Francis soz da Berhem Salih ku wê sefera Iraqê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298505-papa_francis_soz_da_berhem_salih_ku_wê_sefera_iraqê_bike
Rêberê Katolîkên cîhanê li hevdîtina serokomarê Iraqê li Vatîkanê deweta wî ya ji bo seredana Iraqê qebûl kir û biryar e ew seredana bajarê Ûrê cihê jidêbûna Hz. Îbrahîm (S) jî bide.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 25, 2018 15:46 Asia/Tehran
  • Papa Francis soz da Berhem Salih ku wê sefera Iraqê bike

Rêberê Katolîkên cîhanê li hevdîtina serokomarê Iraqê li Vatîkanê deweta wî ya ji bo seredana Iraqê qebûl kir û biryar e ew seredana bajarê Ûrê cihê jidêbûna Hz. Îbrahîm (S) jî bide.

Li gor nûçeya Kurdpressê, Rêxistina Serokomariya Iraqê diyar kir ku serokomarê vî welatî Berhem Salih piştî seredana bajarê Romayê paytexta Îtalyayê seredana Vatîkanê jî da û ji aliyê rêberê Katolîkên cîhanê Pope Francis û hin kardînal û qeşeyên mesîhî bi fermî hate pêşewazîkirin.

Berhem Salih li hevdîtina xwe bi Papa Francis re bal kişande ser pêk ve jiyankirina etnîk û peyrewên olên curbicur li Iraqê û desnîşan kir ku cinayetên koma terorîst a DAIŞê derheq mesîhî, kurdên êzidî û misilmanên din ti elaqeyeke xwe bi Îslamê re tineye.

Berhem Salih herwiha bal kişand ser vê yekê ku krîzên li navçê ji riya gotûbêjê çareser dibin û xwest welatên cîhanê ji bo damezirîna aştiyê li navçê de pir bixebitin.

Serokomarê Iraqê herwiha ji Papa Francis xwest serdana Iraqê bike û di vê çarçêvê de seredana bajarê Ûrê cihê jidêbûna Hz. Îbrahîm (S) jî bike. Ev deweta Salih ji aliyê papa hat pejirandin.