Muqteda Sedir: Mûsil di xeterê de ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298358-muqteda_sedir_mûsil_di_xeterê_de_ye
Serokê tevgera Sedrê li bara vê yekê ku Mûsil di xeterê de ye, hişyarî da û daxwaza parastina demlidest a vî bajarî kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 21, 2018 14:57 Asia/Tehran
  • Muqteda Sedir: Mûsil di xeterê de ye

Serokê tevgera Sedrê li bara vê yekê ku Mûsil di xeterê de ye, hişyarî da û daxwaza parastina demlidest a vî bajarî kir.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Muqtead Sedr serokê tevgera Sedrê û hevalbendiya Sairûnê sêşemiyê bi weşandina  nivîsarekê li tora civakî ya Twîterê hişyarî da ku bajarê Mûsilê ketiye ber xetera teror û gendeliyê. Wî ragahnd ku  navendên terorê li Mûsilê çalak in û gendelî  berfireh bûye.

 Muqtead Sedr daxawaz parastina  Mûsilê kiriye û destnîşan kirye ku Mûsilê rizgar bikin.

 Pêştir jî rayedarên  Herêma Kurdistana  Iraqê li bara vegeryana  DAIŞ`ê bo parêzgeha  Neynewayê û Mûsilê û her wiha navçên  kêşeliser ên Iraqê û zêdebûna  liv û tevegrên DAIŞ`ê hişyarî dabûn.