Muqteda Sedir: Mûsil di xeterê de ye
Tesrîn 21, 2018 14:57 Asia/Tehran
Serokê tevgera Sedrê li bara vê yekê ku Mûsil di xeterê de ye, hişyarî da û daxwaza parastina demlidest a vî bajarî kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, Muqtead Sedr serokê tevgera Sedrê û hevalbendiya Sairûnê sêşemiyê bi weşandina nivîsarekê li tora civakî ya Twîterê hişyarî da ku bajarê Mûsilê ketiye ber xetera teror û gendeliyê. Wî ragahnd ku navendên terorê li Mûsilê çalak in û gendelî berfireh bûye.
Muqtead Sedr daxawaz parastina Mûsilê kiriye û destnîşan kirye ku Mûsilê rizgar bikin.
Pêştir jî rayedarên Herêma Kurdistana Iraqê li bara vegeryana DAIŞ`ê bo parêzgeha Neynewayê û Mûsilê û her wiha navçên kêşeliser ên Iraqê û zêdebûna liv û tevegrên DAIŞ`ê hişyarî dabûn.