Êrişa nû ya hewayî ya Iraqê ser bargehên terorîstan li axa Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298332-Êrişa_nû_ya_hewayî_ya_iraqê_ser_bargehên_terorîstan_li_axa_sûriyê
Fermandetiya Opersyona Hevpar a Iraqê ragihand: Balafirên cengê yên F- 16 yên vî welatî, hin navendên terorîstan li axa Sûriyê dan ber mûşekan ku di encama wê de ev navend hatin rûxandin û hejmarek terorîst jî hatin kuştin û birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 20, 2018 16:45 Asia/Tehran
  • Êrişa nû ya hewayî ya Iraqê ser bargehên terorîstan li axa Sûriyê

Fermandetiya Opersyona Hevpar a Iraqê ragihand: Balafirên cengê yên F- 16 yên vî welatî, hin navendên terorîstan li axa Sûriyê dan ber mûşekan ku di encama wê de ev navend hatin rûxandin û hejmarek terorîst jî hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Ajansa nûçeyan a El Nehrêynê, Fermandetiya Opersyona Hevpar a Iraqê, bi weşandina daxuyaniyekê ragihand: Operasyona balafirên cengê yên F 16 yên Iraqê li ser fermana fermandê giştî yê hêzên çekdar û bi çavdêriya fermandetiya operasyona hevpar û anegorî agahiyên deqîq ên dayira istixbarat û şerrê dijî terorîsmê pêk hat.

Fermandetiya operasyona hevpar a Iraqê, li vê daxuyaniyê herwiha got: Di encama vê operasyonê de depoya çek û rextan a terorîstên ser bi koma ser navê Farûqê li navça Sûse ya li parêzgeha Dêrezorê ya Sûriyê ku 10 terorîst beşdarî wê bûn, kete ber êrişan.

Li gorî vê raporê di encama vê operasyonê de derbeyeka din li navçeya Baxozê li bargeha koma terorîst a Farûqê ket ku di nava vê bargehê de jî 30 terorîst, çend mûşekavêj û çekên curbicur hebûn.

Roja şemiyê jî fermandê Heşda Şeibî li rojavaya parêzgeha El Enbarê, ragihand ku ev hêza  êriş biriye bargehên DAIŞ`ê yên li axa Sûriyê.

Koma terorîst a DAIŞ`ê di van hefteyên buhurî de bi piştgîriya leşkerên amerîkî, bi caran hewl da ta ku derbasî axa Iraqê bibe.

Li gorî nûçeyeka din leşkerên artêşa Iraqê bi pêkanîna operasyonekê li bajarê Mûsilê li parêzgeha Nêynewayê, bargehên DAIŞ`ê li navçeya Kokceliyê dan ber bombeyan û karîn 7 endamên koma DAIŞ`ê girtin.