Berdevkê Serokomartîya Iraqê: Boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê gêresaz in
Berdevkê Serokomartîya Iraqê got: Boykotên ku Amerîka li dijî Komara Islamî ya Îranê disepîne, dibin sedema gurrbûna gêreyê li Rojhilata Navînê.
Berdevkê Serokomartîya Iraqê Loqman Feylî di hevpeyvîna digel Ajansa Nûçan a Firat News`ê de ragihand ku armanca seredana Serokomarê Irqê Berhem Salih bo welatên navçê, kêmkirina gêreyên herêmî yên ji ber boykotên Amerîkayê yên li dijî Komara Islamî ya Îranê ye.
Wî herwiha got: Di vê seredanê da herwiha basa serwerîya Iraqê, karên navxweyî, sermayeguzarîya li Iraqê û berbendên ser rêya wê hat kirinê.
Serokomarê Iraqê Berhem Salih roja şemî 17`ê Mijdarê digel desteyeke payebilind gihîşt Têhranê û bi rayedarên Komara Islamî ya Îranê ra derbarê berfirekirina peywendîyên dualî û meseleyên herêmî da gotûbêj kir.