Sazîya Bedir a Iraqê mercê muafbûna vî welatî ji boykotên Amerîkayê qebûl nekir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298256-sazîya_bedir_a_iraqê_mercê_muafbûna_vî_welatî_ji_boykotên_amerîkayê_qebûl_nekir
Sazîya Bedir a Iraqê mercê çavsorane yê Amerîkayê ji bo muafkirina Bexdayê ji boykotên yekalî yên Waşîngtonê yên l idijî Têhranê qebûl nekir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 19, 2018 04:16 Asia/Tehran
  • Sazîya Bedir a Iraqê mercê muafbûna vî welatî ji boykotên Amerîkayê qebûl nekir

Sazîya Bedir a Iraqê mercê çavsorane yê Amerîkayê ji bo muafkirina Bexdayê ji boykotên yekalî yên Waşîngtonê yên l idijî Têhranê qebûl nekir.

Serokê Firaksyona Parlimanî Sazîya Bedir a Iraqê li parlimana vî welatî Hesen Keibî di daxûyanîyekê da ragihand: Mercê Waşîngtonê yê hilweşandina Heşdi Şeibîyê di berdêla muafkirina Bexdayê ji boykotên dijî Îranê da nayê qebûlkirinê ji ber ku Heşdi Şeibî hêzeke qanûnî ye.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert daxwaza narewa ya Waşîngtonê careka din dubare kiribû û gotibû ku mercê muafkirina Bexdayê ji boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê ``hilweşandina hêzên Heşdi Şeibî`` ye.

Serokwezîrê Iraqê Adil Evdilmehdî jî şeva buhurî pêgirî kir ku Heşdi Şeibî rastîyeke mezin û pêwîstîyeke mayinde, hêzeke leşkerî ya fermî û di çarçova destûrê da û destkevteke dîrokî ji bo Iraqê ye û dewlet erkdar e ku wê biparêze û pişta wê bigire.

Hêza Heşdi Şeibî di sala 2014`an da piştî ku koma têrorîst a DAIŞ`ê hin dever û şarên Iraqê dagir kirin, li gorî fitwaya merceyê bilindqedir ê dînî yê şîeyên Iraqê Ayetullah Sîstanî hat pêkanînê û di sala 2016`an de bi razîbûna parlimana vî welatî di bin fermana Qumandetîya Gişt Hêzên Çekdar a Iraqê da cî girt.