Saziya serokkomariya Iraqê: Berhem Salih berê xwe da Riyazê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298240-saziya_serokkomariya_iraqê_berhem_salih_berê_xwe_da_riyazê
Serokomarê Iraqê li dawiya sefera fermî û serketî ya xwe bo Îranê ji Têhranê berê xwe da Riyazê ku Erebistan bibe pêncem welatê ku ji dema wergirtina vê postê seredana wê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2018 13:37 Asia/Tehran
  • Saziya serokkomariya Iraqê: Berhem Salih berê xwe da Riyazê

Serokomarê Iraqê li dawiya sefera fermî û serketî ya xwe bo Îranê ji Têhranê berê xwe da Riyazê ku Erebistan bibe pêncem welatê ku ji dema wergirtina vê postê seredana wê dike.

 Li gorî raora Kurd Press`ê û ji zarê Bexda El-Yewmê, saziya serokkomariya  Iraqê îro piştî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku Berhem Salih li dawiya sefera fermî û serketî ya xwe bo Îranê, terka Têhranê daye û li bersiva Melik Selman Bin Ebdulezîz Alê Siûd, paşayê Erebistanê bo sefereke  fermî berê xwe daye Riyazê.

Saziya serokomariya Iraqê li daxûyaniya xwe bal kişand  ser hevdîtinên  duh ên Salih û taxima bi wî re bi hezretê ayetullah Uzma seyd Elî Xamineyî, rêberê Inqilaba Îslamî, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê û berpirsên  din ên pilebilind ên Îranê destnîşan kiriye ku li vê seferê ser pêwîstiya  dewama hewldan û xebata hevpar bona jordebirina peywedniyên  navbera her du welatan û du gelan bi armanca xurtkirina berjewendiyên  hevpar û giringiya  aramî û ewlehiya  navçê çi li çarçoveya  pêşketina  hemî welatên  wê hatiye teqezkirin.

  Li gor vê daxûyaniyê, seferên  vê dawiyê yên serokkomarê nû yê Iraqê bo welatên  cînar li çarçoveya  hewldana karî bona pêkanîna  peywedniyên herî baş tev hemî welatên navçê li gor berjewendiyên  hevpar û li çarçoveya  parastina  serbixwetî û hakimiyeta  welatan cih tê û dibe sedem ku  derfeta hevkarî û hevtêgihêtinê bo ewlehî, aşitî û pêşketina  welatan û navçê jî pêk were.