Saziya serokkomariya Iraqê: Berhem Salih berê xwe da Riyazê
Serokomarê Iraqê li dawiya sefera fermî û serketî ya xwe bo Îranê ji Têhranê berê xwe da Riyazê ku Erebistan bibe pêncem welatê ku ji dema wergirtina vê postê seredana wê dike.
Li gorî raora Kurd Press`ê û ji zarê Bexda El-Yewmê, saziya serokkomariya Iraqê îro piştî nîvro bi daxûyaniyekê raghand ku Berhem Salih li dawiya sefera fermî û serketî ya xwe bo Îranê, terka Têhranê daye û li bersiva Melik Selman Bin Ebdulezîz Alê Siûd, paşayê Erebistanê bo sefereke fermî berê xwe daye Riyazê.
Saziya serokomariya Iraqê li daxûyaniya xwe bal kişand ser hevdîtinên duh ên Salih û taxima bi wî re bi hezretê ayetullah Uzma seyd Elî Xamineyî, rêberê Inqilaba Îslamî, Hesen Rûhanî, serokê Komara Îslamî ya Îranê û berpirsên din ên pilebilind ên Îranê destnîşan kiriye ku li vê seferê ser pêwîstiya dewama hewldan û xebata hevpar bona jordebirina peywedniyên navbera her du welatan û du gelan bi armanca xurtkirina berjewendiyên hevpar û giringiya aramî û ewlehiya navçê çi li çarçoveya pêşketina hemî welatên wê hatiye teqezkirin.
Li gor vê daxûyaniyê, seferên vê dawiyê yên serokkomarê nû yê Iraqê bo welatên cînar li çarçoveya hewldana karî bona pêkanîna peywedniyên herî baş tev hemî welatên navçê li gor berjewendiyên hevpar û li çarçoveya parastina serbixwetî û hakimiyeta welatan cih tê û dibe sedem ku derfeta hevkarî û hevtêgihêtinê bo ewlehî, aşitî û pêşketina welatan û navçê jî pêk were.