Li Şingalê goreke komkî ya Kurdên Êzdî hat dîtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298238-li_Şingalê_goreke_komkî_ya_kurdên_Êzdî_hat_dîtin
Heftêyemîn gorna komkî ya kurdên Êzidî yên gorîyê cinayetên DAIŞ`ê li devera Tilezîz li nahiyeya Giruzêr a ser bi bajarê Şingalê, hate dîtin ku 7 meyt têde ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2018 13:10 Asia/Tehran
  • Li Şingalê goreke komkî ya Kurdên Êzdî hat dîtin

Heftêyemîn gorna komkî ya kurdên Êzidî yên gorîyê cinayetên DAIŞ`ê li devera Tilezîz li nahiyeya Giruzêr a ser bi bajarê Şingalê, hate dîtin ku 7 meyt têde ne.

Li gorî rapora malpera Jiyanê, Şakir Mehlîmof birêvebirê devera Til Ezîzê ser bi Şingalê ragihand ku li nav maleke Gir Uzêr di nav hewzeke avê de goreke komkî ya Kurdên Êzdî hatiye dîtin ku 7 meyt têde ne û ji aliyê DAÎŞ`ê ve hatine kuştin. meytên 5 kesan hatine naskirin, ku xelkê Gir Uzêrê ne.”

Wî herwiha got:  “Şingal bajarê gorên komkî ye. Bi dîtina vê gora komkî heta niha 71 gorên komkî li Şingalê hatine dîtin û her ku diçe gorên zêdetir têne dîtin û piraniya wan goran jî li bakur û başûrê Şingalê, li Gir Zerdik, Giruzêr, Tel Qeseb û Tel Benatê ne .”

Di 3`yê Tebaxa 2014`an da koma têrorîst a DAIŞê êrişî Şingal û derdora wê kir û li dijî Kurdên Êzdî komkujî encam da. Di 13`ê Mijdara 2015`an de Şingal ji destê DAIŞ`ê hat derxistin.