Hekîm: Heqê Amerîkayê tuneye bi boykotên dijî Îranê zextê bîne ser Têhranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298210-hekîm_heqê_amerîkayê_tuneye_bi_boykotên_dijî_Îranê_zextê_bîne_ser_têhranê
Rêberê bereya Hikmeta netewî ya Iraqê carek dinê her cure zextûzora ser Îranê bi boykotên abûrî mehkûm kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2018 15:26 Asia/Tehran
  • Hekîm: Heqê Amerîkayê tuneye bi boykotên dijî Îranê zextê bîne ser Têhranê

Rêberê bereya Hikmeta netewî ya Iraqê carek dinê her cure zextûzora ser Îranê bi boykotên abûrî mehkûm kir.

Li gor rapora telivîzyona Al-Alamê, Seyîd Emar Hekîm rêberê bereya Hikmeta netewî ya Iraqê li gotinên xwe yên li civata giştî ya salaneye vê bereyê got: Eva diruxt nîne ku welatek bi siyasetên xwe yên xweser welatekê boykot bike û gefan li weatên din bike bona peywendiya tev Îranê.

Hekîm herwisa bal kişande ser gotûbêjên aşitiya netewî li Sûriyê û got: Pêwîste ku artêşa Sûriyê ser hemû sînorên xwe bi desthilat be û hemû welat jî gere ku rêz û hurmeta yekparçetiya axa Sûriyê bigrin.

Wî bal kişande ser kirîzên Rojhilata Navîn bitaybet kirîza Yemenê û got: Tenê riya çareserbûna kirîza vî welatî rê-çareya siyasî ye û pêwîste hemû aliyê yemenî ji riya gotûbêjê kirîzên xwe çareser bikin.