Hêzên Heşdi Şeibî çeperên DAIŞ`ê li Sûrîyê dan ber mûşekan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298208-hêzên_heşdi_Şeibî_çeperên_daiŞ_ê_li_sûrîyê_dan_ber_mûşekan
Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî li rojavaya parêzgeha Al Anbarê ragihand ku hêzên wan çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê dane ber mûşekan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 17, 2018 15:19 Asia/Tehran
  • Hêzên Heşdi Şeibî çeperên DAIŞ`ê li Sûrîyê dan ber mûşekan

Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî li rojavaya parêzgeha Al Anbarê ragihand ku hêzên wan çeperên têrorîstên DAIŞ`ê li axa Sûrîyê dane ber mûşekan.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Al Ahdê, Qasim Muslih ragihand: Hêzên heşdi Şeibî bi mûşekan êrişî çeperên koma têrorîst a DAIŞ`ê li devera Bagoz li Bûkemala Sûrîyê kirin.

Fermandeyê Hêzên Heşdi Şeibî li rojavaya parêzgeha Al Anbarê herwiha got: Hejmara hêzên Heşdi Şeibî li sînorên hevpar digel Sûrîyê ji bo girtina pêşîya ketina têrorîstên DAIŞ`ê nav axa Iraqê hatîye zêdekirinê.

Koma têrorîst a DAIŞ`ê di hefteyên vê dawîyê da bi alîkarîya leşekrên Amerîkayê bi caran hewil da ji sînorên Iraqê têkeve axa vî welatî.

Herwiha leşkerên Amerîkayê yên li bakura çemê Firatê li axa Sûrîyê pêşîya opêrasyona hêzên artêşa Sûrîyê li dijî pêgeha herî dawîyê ya DAIŞ`ê li devera Bûkemalê girtin û di eynî demê da hîç êrişeke hewayî yan mûşekî li dijî têrorîstan pêk naynin.