Têkiliya endamên DAIŞ`ê bi bargehên Amerîkayê li Sûriyê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i298171-têkiliya_endamên_daiŞ_ê_bi_bargehên_amerîkayê_li_sûriyê_re
Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El Nuceba ya Iraqê, basa hatûçûna hin endamên DAIŞ`ê li bargehên leşkerî yên Amerîkayê li axa Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 16, 2018 13:34 Asia/Tehran
  • Têkiliya endamên DAIŞ`ê bi bargehên Amerîkayê li Sûriyê re

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El Nuceba ya Iraqê, basa hatûçûna hin endamên DAIŞ`ê li bargehên leşkerî yên Amerîkayê li axa Sûriyê kir.

Haşim Musewî, berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El Nuceba ya Iraqê, roja îniyê li hevpeyvîna bi Ajansa nûçeyan a AL MALUME ya Iraqê re got: Di nav endamên girtî yên Koma terorîst a DAIŞ`ê de, hin kes hene ku kartên taybetî hatûçûna nav pêgehên leşkerî yên Amerîkayê hebûne.

Mûsewî herwiha got: Amerîka bi veguhestina terorîstên DAIŞ`ê ji Idlibê û navçeyên din ên Sûriyê bo navçeyên sînorî yên bi Iraqê re, ev yeka bona pêkanîna pirsgirêkên ewlehiyê û pêkanîna kêşeya siyasî bikar tîne.

Berdevkê Tevgera Berxwedana Îslamî ya El Nuceba ya Iraqê, li hember dûhatên vê yekê hişyarî da û ji dewleta Iraqê xwest ji bilî muzakireya bi dewleta Sûriyê re, rê ji bo ketina hêzên iraqî nav navçeyên bicihbûna DAIŞ`ê li ser sînorê Sûriye û Iraqê û şerrê dijî wan xweş bike.