Pêgirîya Malikî ser muafkirina Bexdayê ji boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê
Tesrîn 16, 2018 06:19 Asia/Tehran
Serokê Hevalbendîya Dewleta Qanûnê ya Iraqê pêgirî li ser muafkirina dewleta Bexdayê ji boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê kir.
Nûrî Malikî şeva buhurî di hevdîtina digel Andrew Peek berpirsê çiqa karên Îran û Iraqê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li Bexdayê da, tevî neyarîya li hemberî boykotên Amerîkayê yên li dijî Îranê got: Divê Iraq ji wan boykotana were muafkirinê.
Donald Trump serokomarê Amerîkayê di 8`ê Gulanê da bi awayekî yekalî bi binpêkirina sozên Waşîngtonê yên di çarçova Rêketinama Atomî ya digel Îranê da vekişîna ji vê rêketinama navnetewî û sepandina dubare ya boykotên ji ber bernama navokî ser Îranê da ragihand.
Dewra yekem a boykotan ji 7`ê Tebaxê ve destpê bû û dewra duyem a boykotan jî ji 5`ê Mijdarê va destpê bû.