Pêşniyara Iraqê bo dewama kirîna gaza Îranê
Reuters`ê ji zarê du rayedarên iraqî raghand ku ev welata bi Îranê re bona danûstandina madên xwarekê ji Iraqê li hember dabînkirina gaz û enerjiyê qebûl kiriye.
Li gorî rapora ISNA`yê, çavkaniyên agehdar ji Reuters`ê re gotin: Bexda niha dixweze ku Emerîkayê bona kirîna gazê ji Îranê razî bike ku li hêzêgehên vî welatî tê xebitandin û bona peydakirina çavkaniya cîgir hevceyî bi demeke zêdetir heye.
Wî di dewamê de got: Rawestandina gaza Îranê piştî moleta kivşbûyî dê qeyraneke enerjiyê ya rastîn çê bike. Me hevceyî bi demeke zêdetir heye û Emerîka tam dizane ku me çi qasî hevceyî bi gaza Îranê heye.
Bi destpêbûna boykotên Emerîkayê li dijî Îranê, Waşengtonê bona derkirîna gaz û iliktrîkê û her wiha madên xwarinê Iraq miaf kir. lê Emerîkayê raghand ku ev miafiyeta bo mideha 45 rojan e.
Iraq bona dabînkirina ardûyê hêzgehên xwe pir hevceyî bi gaza Îranê heye.
Çavkaniyeke agehdar got: Iraqê daxwazek bo Emerîkayê şandiye ku îznê bide vî welatî piştî moleta 45 rojî derkirîna xwe ji Îranê bidomîne û li hember gaza Îranê Iraq amade ye ku kelûmelên xwarek û mirovheziyê bifroşe Îranê û Îranê ev pêşniyara qebûl kiriye.