Têrorîstên DAIŞ`î hewil didin ji sînorên Sûrîyê têkevin axa Iraqê
Tesrîn 14, 2018 12:28 Asia/Tehran
Serokwezîrê Iraqê ragihand: Bi sedan endamên koma têrorîst a DAIŞ`ê yên li Dêre Zor li rojhilata Sûrîyê hewil didin ku bi rêya sînorên vî welatî derbasî axa Iraqê bibin.
Serokwezîrê Iraqê, Adil Evdilmehdî herwiha got: Têrorîstên DAIŞ`ê hewil didin deverên ku berê li axa Iraqê dagir kiribûn careka din têxin destê xwe.
Serokwezîrê Iraqê herwiha pêgirî kir: Hêzên iraqî rê nadin ku têrorîstên DAIŞ`î ji sînorên Sûrîyê derbasî axa Iraqê bibin.
Ji hêla din ve, Ajansa Nûçan a Fermî ya Sûrîyê (SANA NEWS) şeva buhurî ragihand ku helekoptêrên hevalbendîya amerîkî hejmareke têrorîstên DAIŞ`î ji gundê Sûsê li parêzgeha Hesekê veguhestin cihekî nedîyar.