Hilweşandina bandeke terorîstî li parêzgeha Enbara Iraqê
Tesrîn 12, 2018 16:19 Asia/Tehran
Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li operasiyonekê karîn bandeke terorîstî ku li warê teqndina bombeyan dixebitî li parêzgeha Enbarê ji hev bela bike.
Çavkaniyên nûçeyan li Iraqê ragihand, Hêzên ewlekariyê yên Iraqê li parêzgeha Enbarê karîn ku 6 endamên vê banda terorîstî bigirin.
Li vê navberê de li rûniştina serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî û fermandarên artêş û hêzên ewlekariyê û yên îstixbaratê, wî desnîşan kir: Bîr û ramanên tekfîrî hîn jî hene û divê hewldanên ji bo jinavbirina van bîr û ramanan zêde bibin.
Ebdulmehdî herwiha got: Xebat û hewldanên hêzên artêş û yên ewlehiyê ji bo jinavbirina komên terorîstî li Iraqê berdewam dikin.
Li vê rûniştinê herwiha ser rewşa ewlehiyê li Iraqê û li ser sînorê vî welatî û Sûriyê jî hat gotûbêjkirin.