Esîl El-Nuceyfî: "Riyaz li warê çareserkirina pirsgirêkên navbera Suneyên Iraqê ser neketiye"
Yek ji rêberên hevalbendiya El-Qirara Iraqê li bara serneketina Erebistana Siûdî li çareserkirina pirsgirêkên navbera suniyan li vî welatî agahî da.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê rojnama El-Erebî El-Cedîdê çapa Londonê, Esîl El-Nuceyfî li hevpeyvîneke çapemeniyê got: "Riyaz ji ber piştgiriya ji hin kesayetî û partiyên sunne li Iraqê bona çareserkirina pirsgirêkên navbera suniyan li vî welatî ser neketiye.
El Nuceyfî her wiha got: Erebistanê fikir dikir ku piştgiriyên aborî ji hin kesayetî û partiyên sunne dê pirsgirêkên wan çareser bike, lê ji ber ku ev kesayetî û partî ji aliyê welatiyên sunî li Iraqê va nayên qebûlkirin piştgiriya bi vî rengî, curek wek peywendiya kesane navbera Erebistanê bi van kesayetiyan re hat zanîn û bû sedem ku Riyaz li warê çareserkirina van pirsgirêkan û pêknehatina yekitiyê navbera ehlê sunne ser nekeve.
Wî her wiha bal kişand ser vê yekê ku qonaxa niha şehedê kombûna partiyên siyasî li gor mezheb û eşîrexwaziyê nîne û got: Hevalbendiya berê ya hêzên sunne tu carî alîkariya suneyên Iraqê nekir, belkî gelek jî ziyan û xisar li vê civakê xist.