Pêgiriya serokomarê Iraqê li ser berfirehkirina pêwendiyan bi Îranê ra
https://kurmanci.sahartv.ir/news/iraq-i297986-pêgiriya_serokomarê_iraqê_li_ser_berfirehkirina_pêwendiyan_bi_Îranê_ra
Serokomarê Iraqê tevî pêgiriya l ser pêwendiyên kevn û dîrokî b Komara Îslamî ya Îranê ra, daxwaza berfirehbûna pêwendiyên abûrî û ewlehiyê bi Îranê ra kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 11, 2018 13:19 Asia/Tehran
  • Pêgiriya serokomarê Iraqê li ser berfirehkirina pêwendiyan bi Îranê ra

Serokomarê Iraqê tevî pêgiriya l ser pêwendiyên kevn û dîrokî b Komara Îslamî ya Îranê ra, daxwaza berfirehbûna pêwendiyên abûrî û ewlehiyê bi Îranê ra kir.

Li gorî rapora Al Alamê, Serokomarê Iraqê, Berhem Salih li nivîsarekê ku li mêdyayên Herêma Kurdistana Iraqê hat weşandin, ragihand: Iraqê bi Komara Îslamî ya Îranê ra pêwendiyeka xurt û qahîmn heye û ev pêwendî pêwîst e zêdetir ji berê berfire bibin.

Serokomarê Iraqê derbarê erka deleta nû ya vî welatî, pêkanîna rêformên jêrbinayî li Iraqê, têkoşîna ciddî li hemberî gendeliyê, çareserkirina kêşeya bêşolbûnê, pesendkirina qanûna Hilbijartinê û gotûbêja ji bo çareseriya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê wek mijarên sereke yên çar salên tên yên Iraqê da zanîn.

Berhem Salih tevî amajeya bi hebûna kêşeyên cûrbicûr li vî welatî weke qeyrana avê, kontrolkirina sînoran û birêxistinkirina çalakiyên bazirganî û geştiyariya mezhebî û çandî, ji welatên cînarê Iraqê xwest ku ji bo bidestxistina lihevkirina giştalî li ser  esasa rêzgirtina hevpar digel Iraqê bi dest bixin.

Parlimana Iraqê roja 2ê Cotmeha 2018an Berhem Salih wek serokomarê nû yê Iraqê hilbijart.